Derbarê me de
Avakara Weqfa Cemal Nebez Dr. Hannelore Küchler, mal û milkên mayî hemû ji Weqfa Cemal Nebez re hîştin. Mal û milkên Cemal Nebez jî bi nirxekî berhevkirî li mal û milkên weqfê hatine zêdekirin.
Ji Kurdan ji bona Kurdan Weqfek
Tesdîqkirina fermî ya weqfê li pêşiya noterê bi pêşkêşî / destûrê ya di pêvekê de ji aliyê avakara wê Dr. Hannelore Küchler roja 20ê Adara 2020an de pêk hat. Pêşkesî û Destûra Weqfa Cemal Nebez di vê Malperê de li vir tê dîtin.
Armanca Weqfa Cemal Nebez ew e ku tevkarî û alîkariyê bike ji bona lêkolîn û zanistê, perwerdehiya gel, pîşe, huner û çanda kurdan a li Kurdistanê û li welatên din ên cîhanê - li ser rewşa niha yan dîrokê.
Qanûnî û Xêrxwazî
Weqf dikare bi hebûnên xwe yên sînordar xercîyên xwe bide, lê ew neşê karmendan damezirîne. Ew dikare alîkarîya vekolînan bike, lê neşê wan fînase bike. Ew bala xwe dide li ser hevkarîya bêpere û li ser bêş û yarmetîyên din ên diravî. Kî li Almanyayê bacê dide, dikare ji ber bexşînên xwe yên ji weqfê re, sûdê ji hêsankariya dayîna bacê bibîne. Mafê Weqfê heye, ku li gor xêrxwazîya xwe fatûreyên bexşînan bide. Hejmara Konto û IBAN ji bo bexşînan li ba Deutschen Bank di Impresum de ye.
Komîte û Şêwirmendîya Xwebexş
Serok û Avakera Weqfê heya dema jîyana wê Berpirsîyar e. Cîgir û Endamê Desteyê ji bo 5 salan hatiye diyarkirin.
Di 5 salan de Weqfa Cemal Nebez dê heyama avakirinê baş buhirtibe û di vê demê de dê rêxistina xwe fireh kiribe. Çiqas mirovên çalak di vê Weqfê de hebin, wisa jî kar dê baştir be.
Ev diagrama orgînan ya me yê niha ye. Ew hemû komîte û qada karê me di navbera xwe de têkildar dike û wan di çavkaniyê de nîşan dide.
Rêxistin
berpirsiyarî têne diyarkirin.
Komîsyon niha ji 7 endaman pêk tê: Haci Akman, Sîrwan Rênas, Veman Lînêva, Bêkes Takuk, Xunav Haco, Şano Mato û Fexriye Adsay, ku ew bi xwe (Fexriye) ji 1-ê Îlona 2024-an ve serperiştiya komîteyê dike.
Yado Rehmanî berpirsê pêkanîna hemû semîneran, sererastkirin û pêşkêşkirina wan li ser kanala Jemal Nebez YouTube ye.