Alîkarîya Aborî

Em spasdar in ji bo hevkarî û her cure alîkarîya we ya ji bo Weqfa Cemal Nebez. Weqfa me nû ye, pêwîstîya wê bi parastin û her cure derfetên bihêzbûnê heye, ji ber vê yekê, em daxwaza alîkarîya aborî dikin. Alîkarîyên ku bi dest dikevin wê ji bo xebatên çandî û zanistî yên Weqfa Cemal Nebez, di xizmeta Kurd û Kurdistanê de bên bikaranîn.

Vê gavê, di van projeyên li jêr de pêwîstîya me bi alîkarîya aborî heye:

Xelata Zanistê ya Cemal Nebez
• Avakirina Pirûkxaneya Cemal Nebez û projeyeke dirêjdemî

Alîkarîya we dê ji bo projeya ku hûn tercîh dikin bê terxankirin. Ji we tê hêvîkirin ku hizra piştgirîyê bi alîkarîyeke mayînde û ji bo demeke dirêj bikin.

Weqfa me rêxistineke qezenc-navê (non-profit) ye. Ji ber vê yekê em dikarin ji bo bacê (tax) ji we re fature ҫê bikin. Li Elmanyayê ji 2021ê ve, ji bo alîkarîyên heta 300 Euro, pêwîstîya teyîdkirina hêsan heye.

Ji bo naveroka transferê peyva ‘Spende’ (alîkarîya aborî) binivîsin

Ji kerema xwe re, baldar bin ji bo rastbûna zanyarîyên (Nav, Adres, E-mail) xwe da ku em karibin wan bikarbînin ji bo fatureyan. Ji bo vê mebestê, yan forma me ya têkilîdanînê bi kar bînin an jî e-mailekê bişînin ji info@jemal-nebez-stiftung.org‘ê re.

Dema hûn navê xwe û e-maila xwe ji me re binivîsin, em ê ji we re nûçenameya xwe bişînin û em ê we agahdar bikin di darbarê asta pêşveçûna projeyên xwe de. Nûçenameyên me wê salê du caran bên şandin, di payîz û biharê de.

Eşkerebûn û zelalî ji bo me girîng e. Di civîna me ya salane û online de ku di despêka meha Berfanbarê de pêk tê, em ê lîsteya alîkarîyên ku di nav salê de gihiştine ber dest, bêyî ku navên  xêrxazan bên eşkere kirin, belav bikin.

Alîkarîyên bi rêya PayPal:


Alîkarîyên bi rêya transfera bankê:

Deutsche Bank AG: IBAN DE69100700240095378600

BIC (Swift) DEUTDEDBBER