Projêktên din 


Hebûên Weqfê bi xwe bi sînor in û pê lêçûnên xwe yên heyî dide, lê ji bo karmendan têr nake. Ew li ser bingeha xebata dilxwaz û li ser alîkariyan xwe ava dike. 

Ji bo hin projeyên diyar an zanyariyên taybetî bi berfirehiya xebat girêdayî ku bi dilxwazî nikare bê çêkirin, weqif dikare banga alîkariyan bike.

Ew li gor berjewendiya giştî hatiye naskirin û mafê wê heye ku meqbûzên alîkariyê bide.

 

Ligor Destûrê Weqf dikane bi geleh Çalakîyan rabe

 

1.Peymanên kar:

Pêwîstiya Weqfa Cemal Nebez bi hevkarên dilxwaz heye. Mîna hat gotin, dikare peymanên kar jî îlan bide. Di nav serlêdaran de dê kesên wiha bên hilbijartin ên ku amade ne xebatên dilxwaz jî birêve bibin û di beşa pîşeyî de bidin xebitandin.

2. Cîhên praktîkûmê:

Li tenişta peymanên kar, ji aliyê weqfê dikarin Praktîkûm jî bên dayîn.

3. Fona lêkolînê / alîkariya serlêdanên diravî:

Weqf di lêgerîn û wergirtina darayî ji bo lêkolînê û di serlêdanên diravî yên têkildar de piştgiriyê dide we.

4. Zemale

Di pêşerojê de, Weqfa Jemal Nebez plan dike, ku Zemaleyan bide kurdên xwedîtewan û jêhatmendên taybetî.

Di dema pêş de dê qayde û awayên pêwîst dê li ser vê rûpelê bên weşandin.