Karên Aktuwêl 


Weqfa du projeyên heyî hene


1.     Amadekirina katalogeke înternetê di pirtûkxaneya Weqfa Jemal Nebez de ji pirtûk, nivîs û deng- û wêneyan erkekî yekemîn ê vê weqfê ye. Pirtûkxaneya Weqfa Cemal Nebez li navenda Berlînê , di ciyê weqfê de dikare di demên tesbîtkirî de, ji aliyê ziyaretvanan ve mîna pirtûkxaneya referensê bê bikaranîn.

2.     Berdewamiya xebatên bingehîn a navdarê wê jî di nav erkê ewil ê vê weqfê ye, destpêk bi formê derxistina lîsteyeke xebatê ya berfireh. Di amadekariya pîrozbahiya 80 saliya Cemal de, komkirina yekem a berhemên wî hatibû pêkanîn mîna diyariyeke hatibû dayîn. Ew hîn jî di malpera wî ya dawî www.jemalnebez.org de dikare bê dîtin. Ev komkirin hîn bi forma ku niha tê xwastin, bi dawî nebûye. Xebateke li ser vê planê dê hîn bê domandin.

Berpirsîyar: Dr. Hannelore Küchler, Seroka Weqfa Jemal Nebez;

Dayîna beşexebatan li ser bingeha peymana kar çedibe ku ew jî li gor derfetê ji alîkariyên projeyan dê bên fînansekirin.

Dayîna peymanên kar di destpêkê de diçe wan kesên ku amade ne ji bo weqfê xebatên dilxwaz (bê pere) çêbikin, ew ji bo karên rojane jî dikarin bên wergirtin und birêvebirin.

 

Dervayî vê yekê jî Weqf van herdu Karên Dostan ên Aktuwêl silav dike:

 

1.     Çîroka Jemal ji sala 1956 bi navê LALO KERÎM ji çapa 2ê ya sala 1986 bi kurdî tîpên latînî ji bo çapê amade ye, bi vî karî birêz Besam MISTEFA demeke berê rabûbû. Ew niha pêşgotina çapa nû amade dike.

2.     Di vê navberê de hemû beşên nivîsa Jemal bi zimanê erebî ji sala 1956 ya „NIVÎSANDINA KURDÎ BI TÎPÊN LATÎNÎ DI NAVBERA DIJBER Û LIGEL“ amade ne. Hîn dema jiyana xwe Jemal heyfa xwe pê dianî ku ev rêzenivîs bi temamî peyda nedibûn. Jemal XEZNEDAR ku ji Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê ye û niha li Hannoverê niştecîh e, beşên windayî peyda kiriye û niha çapa nû amade dike.

Ger kesek pirtûk, nivîs an gotareke Cemal Nebez bi taybetî hez dike, dikare bifikire ka ew dikare çi bike ji bo ku biparêze û li ser bixebite, di nav kurdan de yan jî wergera bi zimanên din an jî amadekirina çapeke nû. Bi her awayî Weqfa Cemal Nebez ew cîh e ku li wê derê însiyatîfên wiha bên nasandin û derfet bên dîtin.