Pirtûkxane  


Pirtûkxaneya Weqfa Cemal Nebez di menzila şomîne ya ciyê me yê Berlîn-Wilmersdorf de ye û dikare di demên tesbîtkirî de, dikare ji aliyê ziyaretvanan ve mîna pirtûkxaneya referensê bê bikaranîn.

Katalogîzekirina li ser înternetê ya hebûna Pirtûkxaneyê erkeke yekemîn a weqfê ye, ku bi forma peymanên kar ve niha li kesên pispor digere. Ger ji hêla teknîka xebat bikare bê amadekirin, divê ji ser peymanên kar ve Praktîkant jî ji bo vî karî bên hilbijartin û fêrkirin.

Ev malper li ser rewşa pirtûkxaneyê ya nû û li ser îlana peymanên kar derbarê pirtûkxaneyê agahdarî dide.


Berkarî sebaret bi Pirtûxanê hema niha gengaz e

Mera dikane niha dest bi polênkirin û xistina pirtûk, govar û rojnameyan nav kompûter bike, berî kotahîya Grêbetan. Bo vî tiştî pêdivîya Weqfê bi Harîkarên dilxwez heye.

Pirtûkxane dê berhemên çapê bi hejmareke Zimanan di nav xwe de bihewîne. Bo vî tiştî jî divê Harîkarên dilxwez bi van zimanan şarezaz bin: Almanî, Kurdî, Ênglîzî, Fransî, Erebî, Farisî, Tirkî, Rûsî. Ew dikanin bi Kompûtêr jî bixebitin û ji pirtûkan hez bikin. Balkêşî di Serderîya pirtûkan û berhemên din ên çapê de karekî bingehîn e.  

Du cihên xebatê bi Kompûter di Pirtûkxanê de ligel rênimayên pêwîst hene. Kesên dilxwez divê 3 kajêrên mişt di Heftê de plan bikin.  

Demplanek dê bê amadekirin. Harîkarên dilxwez jî divê pêgirîyê bi wê bikin


Pêwendîkirin bi rêka Kontaktformular yan Email

Pêwendîkirina hêsan bi rêka  Têkelî a vê Malperê yan bi rêka Email e. Paşê emê kontaktê bikin bo axiftineke kesîn. 

Berkarên taybet bi Pirtûkxanê dê yekser li Pirtûkxanê bin, yaku li Berlin-Wilmersdorf e û bo çûn û hatinê guzcaw e.