Liser me

Avakara Weqfa Jemal Nebez Dr. Hannelore Küchler, mal û milkên mayî hemû ji Weqfa Cemal Nebez re hîştin. Mal û milkên Cemal Nebez ên ketin nav weqfê, wê ji malên xwe jî bi bihayê wan lê zêde kirin. Ev weqfek e ku ji kurdan ji bo kurdan e.

Ev Weqfek e ji Kurdan û bo Kurden e. 

Tesdîqkirina fermî ya weqfê li pêşiya noterê bi pêşkêşî / destûrê ya di pêvekê de ji aliyê avakara wê Dr. Hannelore Küchler roja 20ê Adara 2010an de hatiye amadekirin. Pêşkesî û Destûra Weqfa Jemal Nebez di vê Malperê de livir  dihên dîtin. 

Armanca Weqfa Jemal Nebez alîkariya Lêkolîn û zanistê, perwerdeya gel û pîşe û huner û çanda kurdan e li Kurdistanê û li welatên din ên cîhanê, li ser rewşa niha yan li ser dîrokê ye.

Mafkarane û Xêrwwezane 

Weqf dikane bi hebûnên xwe yên sînordar xercîyên xwe bide, lê ew neşê karmendan damezirîne. Ew dikane harîkarîya vekolînan bike, lê neşê wan fînase bike. Ew pala xwe dide ser Hevkarîya merdane ya bê pere û ser bêş û yarmetîyên din ên diravî. Kî li Almaniya bacê dide, dikane jiber bêşên xwe ve sûdê ji baceyê bibîne. Mafê Weqfê heye, ku ligor Xêrxwezîya xwe Pisûlên Bêşê bide. Jimara Konto û IBAN bo Bêşan liba Deutschen Bank di Impressum de ye.

Komîte û Şêwirmendîya Merdane

Serok û Avakera Weqfê heya dema jîyana wê Berpirsîyar e. Cîgir û Endamê Desteyê bo 5 salan hatiye danîn.  

Di 5 salan de Weqfa Jemal Nebez dê heyama avakirinê baş buhirtibe û di vê demê de dê Rêxistan xwe fere kiribe. Çiqas merovên çalak di vê Weqfê de hebin, wisa jî kar dê baştir be.

 

 

Rêxistin


Komîte

 Serok heya dawîya Jîyanê: Dr. Hannelore Küchler, Berlin


Cîgirê Serokê: Jan Gosau/ Andaziyarê Aborî, Berlin (bo 5 salan) 

Komîta Şêwirmend 

Bo 5 salan ji alîyê Serokê ve hatiye diyarkirin: 

Edit Sasvari/ Textora herêmî, Berlin (ji alîyê Komîta Şêwirmendîyê ve wek Serokê vê Komîtê hatiye hilbijartin) 

Bakhtiar Ibrahim/ Derçûyê Fachhochschule EDV, Mering (ji alîyê Komîta Şêwirmendîyê ve wek Cîgirê Serokê vê Komîtê hatiye hilbijartin)

Markus Kuchler/ Parêzer, Stockholm, Schweden



 

Komîte û Berpirsîyarîyên din 

Bi zêdebûna çalakiyên weqfê dê avahiya rêxistinê jî zede bibe û berpirsiyarî bên tespîtkirin. Hemû guhertin û berfirehkirin dê li ser vê malperê bên agahdarkirin. 



Hewildan bo Pêwendîyên Nêvnetewî

Binavkirina Weqfê bi Jemal Nebez him li Rohilatê û him jî li Rohavayê bi Cih û War bû. Ew liser asta Cîhanê bi Pêwendîyên xwe yên fere merovekî naskirî bû. Ligor vî tiştî Weqfa wî hewil dide, ku Pêwendî û Hevkarîyan bi hemû Cîhanê re pêkbîne û herwiha ligel Takekes û Rêxistinên li Kurdistanê jî.