Bazinê Pêşxistinê 


Bazinê Pêşxistinê yê Weqfa Jemal Nebez ku dê ji kurdan û gelek netewên din bên pêkanîn, niha hîn di avakariyê de ye, dê ciyekî wî yê bingehîn di bernameya Civîna Salane û „Roja Derîyê vekirî“ de hebe.

Bi Budceyeke Salane, ya biçûk û tokme

Weqf jibo Bazinê Pêşxistinê Budceyeke biçûk terxan dike. Ew jibo werzên bihar, havîn û payîzê Bexçeyekî û Xanîyê bexçeyî jî li Navenda Berlînê bo civînên Bazinê Pêşxistinê amade dike. Bo zivistanê cihekî din ê guncaw bo civînên Bazinê Pêşxistinê tê amadekirin. 


Pisportî di Avakirina Pêwendîyên Hunerî û Çandî bi navê Weqfê

Bazinê Pêşxistinê yê Weqfê çalak e bi encamdana Bêşan û yarmetîyên din. Ew bi avakirina pêwendîyên hunerî û çandî jî çalak e û herwiha bi hunerên destî, bi avakirina bexçeyan, xudîkirina mêşên hungiv û înîsiyatîvên parastina Suriştê li her çar Beşên Kurdistanê.

Ew Pêdekirina pêwendîyên hunerî û çandî ji alîyê Bazinê Pêşxistiyê ve yê Weqfa Jemal Nebez dewlemendîyê bo hemû alîyan.

 

Bi navê Weqfê Pêşangehên hunerî û çandî li Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne

Hesinkarên ji Kurdistanê yan detkarên çandî yên din divên bên pêşandan yan di Rûyê Înternêtê yê Weqfê de bên şanîkirin. Di ahengên Weqfê de divê Bazinê Pêşxistinê ew tiştên hunerî bi nav bike û mûzîka grûpên mûzîkê yên corbicor bide bihîstin yan di Înternêtê der bide aşkerekirin. Carina divê berhemên suriştî jî yên Kurdistanê, wek hungiv û birinc bo tamkirinê bên pêşkeşkirin.  


Kesê dilxwez ên xwedî pêwendîyên hunerî û çandî bila xwe tomar bikin

Her kesê ku dikane van pêwendîyan pêkbîne, bila xwe bi rêka Kontaktformular yan bi rêka Email bo Hevkarîyê di Bazinê Pêşxistinê de tomar bike.