Civîna Salane


Destpêka Dêsêmbera her salê Weqfa Cemal Nebez vedixwîne civîna salane. Li tenişta pêşkêşiya raporta salane bernameyeke çandî ya piralî çêdibe ku ew ji agahdarî, pîrozkarî û gelek muzîk, xwarin û vexwarinê pêk tê.

Destpêka meha Dêsêmber mîna dem hatiye hilbijartin, ji ber ku navlêdanê wê di 01.12.1933 de ji dayik bûye û 08.12.2018 koça dawî kiriye. Ew gelek xebat kiribû ku çanda kurdî derxîne holê. Weqfa Cemal Nebez jî dê vê yekê wisa bike.

Sala yekemîn ji bo Weqfê pêwist bû roja şemiyê, 05.12.2020`an be û ew roj bibe testpêka kombûna salê. Lê mixabin ji bo kula dijwar Corona me nikarîbû vê civînê pêk bînin. Sala 2021ê dê bibe sala me ya yekemîn û tije. Em di wê hêviyê de ne, ku ew civîn bibe civîneke mezin û weke dawiyêkirinê be.