Roja vekirî

 

Nû 2021


Bixêrhatina we ser malpera me  

Koçkirina dawî ya Dr. Jemal Nebez dorandîyeke êşdar e û bixwe me pêwîst dike, ku em berhemên wî yên ferecor biparêzin, biweşînin û jibo nifşên nûhatî berdest bikin. 
Em vê malperê bi Kurdî, bi herdu alfabêtan, bi Almanî û bi Ênglîzî pêşkeş dikin. Bi vî şêweyî pir merovên li beşên cîhanê dê liser jîyan û berhemên dr Jemal Nebez agahdar bin, êku di 08.12.2018 de li Berlînê koça dawîyê kir. Ev berhemên ferecor, nirxdar û pisporane, ku dr Jemal Nebez encam dane, liser ziman û çanda kurdî û liser dîroka Kurdistanê ne. Hemû seredanerên vê malperê jidil bi xêr hatin. 

 

Kurdên xweşewîst, dost û hevalên hêja!  

Jemal Nebez, wek pir kes ji we dizanin, jîyareke sade û tim girêdayî Kurd û Kurdistanê dijîya. Lêbelê ew bîrmend û zanistiyarekî binyatî, rohilatnas û fîlolog bû, yêku kanîbû formeke nûjen bide Kurdologîyê. Wî zaf tişt kiribûn û dê bixwesta tiştine din jî bike! Wî dê hên kanîbûya serborîyan têxe bingehên yekîtîya kurdî, zimanê kurdî yê hevbeş, çanda kurdî û herwiha dîroka Kurdistanê!

Hun li kuderê dibin bibin heval û dostên hêja, li Kurdistanê yan li beşên cihanê belavbûyî, ger hin kes ji we amade bin û bixwazin li gor tewan û malên xwe hinek beşdar bin, dikarin hin tiştên ku ji bo Cemal girîng bûn, bên cîh. Di armanca damezrandina Weqfa Cemal Nebez de pêşvebirin û berfirehkirina xebatên lêkolînî heye. Gelek tişt mumkun e, ger însiytîf û derfetên pêwîst hebin. Bi derfetên heyî yên niha, weqif dikare tenê li ser kataloga înternetê ya pirtûkxaneyê û li ser lîstekirina berfireh a berhemên navdarê wê bixebite.

Ez hêvî dikim bi gelek kesan re ji we bikevim têkiliyê daku em karibin bi we re li ser dizaynkirina weqfê bixebitin. Daxwaza mine mezin weqfeke li paş xwe bihêlim ku karibe bi dehan salan ji bin karên xwe derkeve û di demeke nêzîk de keseke/î piştî xwe peyda bikim ku vî karî bidomîne. 


Dr. Hannelore Küchler
Seroka Weqfa Jemal Nebez  


P.S. Baştir e, ku em hema konkrêt dest pê bikin. Livir li Galêrîyê emê hin berhemên wî, wek pirtûk û nivîs şanî we dikin. Malpera Jemal Nebez  www.jemalnebez.org hên onlayn e û liwir berhemên wî bi şêweyekî Lîstekirî dihên dîtin. Kê licem wî di pirtûkxana wî de berhemek li dervayî lîstê hebe, tikaye bi rêka  Têkelî me  agahdar bike. Armanc ew e, ku  Pêristeke gewre ji berhem û nivîsên wî bihê avakirin. Her harîkarî cihê spasîyê ye.