Pêzanîn


Di bihara 2021’ê de logoyek xweşik weke diyarî pêşkêşî Dezgeha Cemal Nebez hat kirin. Logo ji bo dezgehê hatiye xêzkirin û destpêkê navê “Cemal” piştre li ser tîpa “L” paşnavê wî (Nebez) hatiye nivîsandin û xetek jî li jêr hatiye xêzkirin. Em vê berhemê serkeftî dibînin, ji bo vê em spasiya hevalê xwe yê jêhatî Pûya dikin.


Û em dixwazin spasiya hevalên xwe bikin ji bo xebata wan li ser pirtûkekê ku sala 2021’ê pêk anîn. Ev pirtûk heta niha ne hatiye weşandin, lê pêwîste herî kêm em rêz li kar û keda wan bigrin.
Mihemed Salih Bedirxan û Kawe Qureyşî bi hev re destpêka pirtûkê nivîsandin. Piştre birêz Bedirxan bi Weşanxaneya Avêsta li Bakurê Kurdistanê re têkilî çê kir û karî bala Abdullah Keskîn ji bo vê pirojeyê bikşîne.
Ji aliyek din ve, birêz Bedirxan di serrastkirina tekstek Kurmancî ya bi tîpên Latînî de hevkarê me bû. Her wiha wî birêz
Ozberk bi me da nasîn ku ew jî di weşandina Kurdiya Soranî û Kurmancî de alîkariya me kir.


Her di sala 2021’ê de ji bo Lîsteya xebatên Cemal Nebez ku weke lîsteya sereke hatiye diyarkirin, me sûd ji alîkariya komekê girt ku ji
Sîrwan Rênas, Herman Salarî, Rêzan Ebdullahî û Veman Lîneva pêk tê. Ev lîste ku di faylekî “Word” de bû, weke diyariyek bû ji bo Cemal Nebez di 80. salvegera rojbûna wî de. Piştre ji bo beşa berhemên Cemal Nebez ya li ser malpera wî, sûd ji lîsteyê hat girtin. Niha hûn dikarin serdana wê bikin: www.jemalnebez.org/Literatur


Formata bernameya Excel ji bo komkirin û rêxistina agahî û daneyan ji Word’ê baştir û kêrhatîtir e. Bi hewl û keda
Sîrwan, Herman, Rêzan û Veman niha lîsteya sereke bi awayê formata Excel bi herdû zaravayên Kurmancî û Soranî amade ye. Van hêjayan lîste ji Farsî re jî wergerandiye. Derbarê “Lîsteya sereke” û girîngiya wê ji bo pirojeya me ya demdirêj pê li ser vê linkê bikin! 


Di bihara îsal de, me berpirsiyariya rêxistin û rêvebirina  “1. Xelata Zanistî ya Cemal Nebez” da Sîrwan Rênas. Ev jî piştî ku me çarçove û şêwaza bernameyê ji saziyên Hikûmetê re zelal kir û wan jî pejrand. Saziyên têkildar yên qanûnî tu nerazîbûnek nîşan nedan. Heta niha Sîrwan karekî taybet di vê çarçoveyê de nekiriye ku em livir behs bikin, lê em kêfxweş in ku berpirsiyariya Sîrwan wekî rêveberê xelata Cemal Nebez ya zanistî ragihînin.


Berî her tiştî Spasîyeke 2021

Di Destpêkî/Destûra Weqfê de Hevdîtin bi zor kasan hat kirin û Gengeşekirin ligel wan encamine baş dan.
Temaşekirin li Pirtûkan, ên Weqfê bo Maseya Pirtûkên Weqfê di pêşerojê de, Samera Abdullah, Golchin Jolayi und Zinar Cheikhmous, hemû li Berlînê,  karekî babû.
Wergerandina vê Malperê ji alîyê zor Kesên Merdane ve hat kirin: Hüseyin Kartal nivîsa pêşîn bi Kurdîya Latînî peyde kir û Izzedin Naso ev Wergerandin li Dêsayna vê Malperê guncand. Halo Mohammed nivîsa Kurdî bi Tîpên Kurdî-Farisî peyde kir û Salar Pashai ev Wergerandin li Dêsayna vê Malperê guncand.