Derbarê me de

Avakara Weqfa Cemal Nebez Dr. Hannelore Küchler, mal û milkên mayî hemû ji Weqfa Cemal Nebez re hîştin. Mal û milkên Cemal Nebez ên ketin nav weqfê, wê ji malên xwe jî bi bihayê wan lê zêde kirin. 

Ev Weqfek e ji Kurdan û bo Kurden e. 

Tesdîqkirina fermî ya weqfê li pêşiya noterê bi pêşkêşî / destûrê ya di pêvekê de ji aliyê avakara wê Dr. Hannelore Küchler roja 20ê Adara 2020an de pêk hat. Pêşkesî û Destûra Weqfa Cemal Nebez di vê Malperê de livir  dihên dîtin. 

Armanca Weqfa Cemal Nebez alîkariya Lêkolîn û zanistê, perwerdehiya gel, pîşe, huner û çanda kurdan e li Kurdistanê û li welatên din ên cîhanê - li ser rewşa niha yan dîrokê.

Qanûnî û Xêrxwazî

Weqf dikare bi hebûnên xwe yên sînordar xercîyên xwe bide, lê ew neşê karmendan damezirîne. Ew dikare alîkarîya vekolînan bike, lê neşê wan fînase bike. Ew bala xwe dide ser Hevkarîya bê pere û ser bêş û yarmetîyên din ên diravî. Kî li Elmanya bacê dide, dikare ji ber bexşînên xwe yên ji weqfê re, sûdê ji hêsankariya dayîna bacê bibîne. Mafê Weqfê heye, ku ligor Xêrxwazîya xwe fatûreyên bexşînan bide. Hejmara Konto û IBAN ji bo bexşînan li ba Deutschen Bank di Impressum de ye.

Komîte û Şêwirmendîya xwebexş

Serok û Avakera Weqfê heya dema jîyana wê Berpirsîyar e. Cîgir û Endamê Desteyê bo 5 salan hatiye danîn.  

Di 5 salan de Weqfa Cemal Nebez dê heyama avakirinê baş buhirtibe û di vê demê de dê Rêxistina xwe fireh kiribe. Çiqas mirovên çalak di vê Weqfê de hebin, wisa jî kar dê baştir be.

 

 

Rêxistin


Komîte

 Serok heya dawîya Jîyanê: Dr. Hannelore Küchler, Berlin


Cîgirê Serokê: Jan Gosau/ Andaziyarê Aborî, Berlin (bo 5 salan) 

Komîta Şêwirmend 

Bo 5 salan ji alîyê Serokê ve hatiye diyarkirin: 

Edit Sasvari/ Bijîşk, Berlin (ji alîyê Komîteya Şêwirmendîyê ve wek Serokê vê Komîteyê hatiye hilbijartin) 

Kaveh Ghoreishi / MA soz., Rojnamevan, Berlin.

Markus Kuchler/ Parêzer, Stockholm, Schweden



Komîte û Berpirsîyarîyên din 


Bi zêdebûna çalakiyên weqfê dê avahiya rêxistinê jî zêde bibe û berpirsiyarî bên tespîtkirin. Hemû guhertin û berfirehkirin dê li ser vê malperê bên agahdarkirin.


Hewildan bo Pêwendîyên Nêvnetewî

Binavkirina Weqfê bi Cemal Nebez him li Rojhilatê û him jî li Rojavayê bi cih û war bû. Ew li ser asta Cîhanê bi Pêwendîyên xwe yên fireh mirovekî naskirî bû. Ligor vî tiştî Weqfa wî hewil dide ku Pêwendî û Hevkarîyan bi hemû Cîhanê re pêkbîne û herwiha ligel takekes û Rêxistinên li Kurdistanê jî.