Spasdarî


Di bihara 2021an de logoyeke xweşik weke diyarî pêşkêşî Dezgeha Cemal Nebez hat kirin. Logo ji bo dezgehê hatiye xêzkirin û destpêkê navê “Cemal” piştre li ser tîpa “L” paşnavê wî (Nebez) hatiye nivîsandin û xetek jî li jêr hatiye xêzkirin. Em vê berhemê serkeftî dibînin, ji bo vê em spasiya hevalê xwe yê jêhatî Pûya dikin.


Û em dixwazin spasiya hevalên xwe bikin ji bo xebata wan li ser pirtûkekê ku sala 2021an pêk anîn. Ev pirtûk heta niha ne hatiye weşandin, lê pêwîste herî kêm em rêz li kar û keda wan bigrin.
Mihemed Salih Bedirxan û Kawe Qureyşî bi hev re destpêka pirtûkê nivîsandin. Piştre birêz Bedirxan bi Weşanxaneya Avêsta li Bakurê Kurdistanê re têkilî çê kir û karî bala Abdullah Keskîn ji bo vê pirojeyê bikşîne.
Ji aliyek din ve, birêz Bedirxan di serrastkirina tekstek Kurmancî ya bi tîpên Latînî de hevkarê me bû. Her wiha wî birêz
Ozberk bi me da nasîn ku wî jî di weşandina Kurdiya Soranî û Kurmancî de alîkariya me kir.


Her di sala 2021an de ji bo Lîsteya xebatên Cemal Nebez ku weke lîsteya sereke hatiye diyarkirin, me sûd ji alîkariya komekê girt ku ji
Sîrwan Rênas, Herman Salarî, Rêzan Ebdullahî û Veman Lîneva pêk tê. Ev lîste ku di faylekî “Word” de bû, weke diyariyek bû ji bo Cemal Nebez di 80. salvegera rojbûna wî hate pêşkêş kirin. Piştre ji bo beşa berhemên Cemal Nebez ya li ser malpera wî, sûd ji lîsteyê hat girtin. Niha hûn dikarin serdana wê bikin: www.jemalnebez.org/Literatur


Formata bernameya Excel ji bo komkirin û rêxistina agahî û daneyan ji Wordê baştir û kêrhatîtir e. Bi hewl û keda
Sîrwan, Herman, Rêzan û Veman niha lîsteya sereke bi awayê formata Excel bi herdû zaravayên Kurmancî û Soranî amade ye. Van hêjayan lîste ji Farsî re jî wergerandiye. Derbarê “Lîsteya sereke” û girîngiya wê ji bo pirojeya me ya demdirêj bitikînin vê linkê! 


Di bihara îsal de, me berpirsiyariya rêxistin û rêvebirina  “1. Xelata Zanistî ya Cemal Nebez” da Sîrwan Rênas. Ev jî piştî ku me çarçove û şêwaza bernameyê ji saziyên Hikûmetê re zelal kir û wan jî pejirand. Saziyên têkildar yên qanûnî tu nerazîbûnek nîşan nedan. Heta niha Sîrwan karekî taybet di vê çarçoveyê de nekiriye ku em livir behs bikin, lê em kêfxweş in ku berpirsiyariya Sîrwan wekî rêveberê xelata Cemal Nebez ya zanistî ragihînin.


 


Arşîv 2020

Spasdarîya 2020an


Destpêk û statuya weqfê bi hevdîtin û hevşêwîrînen digel gelek kesan ve hate diyarkirin. Em şanaz in ku hevdîtinên me bi aweyeke berhemdar encam girtin.


Ji bona amadekarina pirtûkxaneya weqfê ya pêşerojê, pirtûkên heyî ji aliyê van kesan ve hatin kategorîzekirin: Samera Abdullah, Golchin Jolayi und Zinar Cheikhmous, hemû li Berlînê ne.


Wergerandina malperê ji aliyê gelek kesan ve û bi xwebexşî hate kirin. Hûseyin Kartal nivîsa pêşîn bi Kurdîya Latînî peyda kir û Izzedin Naso ev nivîsa wergerand û li gor dîzayna malperê guncand.  Halo Mohammed nivîsa Kurdî bi tîpên Kurdî-Farisî peyda kir û Salar Pashai ev wergerandin û li ser malperê parve kirin.


Di dawiyê de Chauki Issa wergereka kêm ya di derheqa zagona parastina agahiyan de peyda kir û bi tîpên latînî Kurdî amade kir.