Derbarê me de

Avakara Weqfa Cemal Nebez Dr. Hannelore Küchler, mal û milkên mayî hemû ji Weqfa Cemal Nebez re hîştin. Mal û milkên Cemal Nebez jî bi nirxekî berhevkirî li mal û milkên weqfê hatine zêdekirin.

Ji Kurdan ji bona Kurdan Weqfek

Tesdîqkirina fermî ya weqfê li pêşiya noterê bi pêşkêşî / destûrê ya di pêvekê de ji aliyê avakara wê Dr. Hannelore Küchler roja 20ê Adara 2020an de pêk hat. Pêşkesî û Destûra Weqfa Cemal Nebez di vê Malperê de li vir tê dîtin. 

Armanca Weqfa Cemal Nebez ew e ku tevkarî û alîkariyê bike ji bona lêkolîn û zanistê, perwerdehiya gel, pîşe, huner û çanda kurdan a li Kurdistanê û li welatên din ên cîhanê - li ser rewşa niha yan dîrokê.

Qanûnî û Xêrxwazî

Weqf dikare bi hebûnên xwe yên sînordar xercîyên xwe bide, lê ew neşê karmendan damezirîne. Ew dikare alîkarîya vekolînan bike, lê neşê wan fînase bike. Ew bala xwe dide li ser hevkarîya bêpere û li ser bêş û yarmetîyên din ên diravî. Kî li Almanyayê bacê dide, dikare ji ber bexşînên xwe yên ji weqfê re, sûdê ji hêsankariya dayîna bacê bibîne. Mafê Weqfê heye, ku li gor xêrxwazîya xwe fatûreyên bexşînan bide. Hejmara Konto û IBAN ji bo bexşînan li ba Deutschen Bank di Impresum de ye.

Komîte û Şêwirmendîya Xwebexş

Serok û Avakera Weqfê heya dema jîyana wê Berpirsîyar e. Cîgir û Endamê Desteyê ji bo 5 salan hatiye diyarkirin.
Di 5 salan de Weqfa Cemal Nebez dê heyama avakirinê baş buhirtibe û di vê demê de dê rêxistina xwe fireh kiribe. Çiqas mirovên çalak di vê Weqfê de hebin, wisa jî kar dê baştir be.

Rêxistin

 

Komîte


Serok heya dawîya Jîyanê: 

Dr. Hannelore Küchler, Berlin



Cîgirê Serokê:

 Jan Gosau/ Andaziyarê Aborî, Berlin (bo 5 salan) 

Endamê Desteya Rêveber:
Sîrwan Rênas Salihzade, MA pol.sc., Philadelphia/USA






Komîteya Şêwirmendan

 Ji bo heyama 5 salan ji aliyê Serok ve ji bo Lijneya Şêwirmendiyê hatiye tayînkirin:

Markus Küchler / Parêzer, Stockholm (Serokê ku ji hêla Lijneya Şêwirmendiyê ve hatî hilbijartin)

Kaveh Ghoreishi / MA soz., Rojnamevan, Berlîn.

Dr. Sara Minelli, Xebatkarê Zanîngeha Kiel / lêkolînê, Kiel





Komîte û Berpirsîyarîyên din 


Bi zêdebûna çalakiyên weqfê dê avahiya rêxistinê jî zêde bibe û berpirsiyarî bên tespîtkirin. Hemû guhertin û berfirehkirin dê li ser vê malperê bên aşkerekirin.


Komîsyona Xelata Cemal Nebez

ku niha di sala yekem a damezrandina xwe de ye, ji 7 endaman pêk tê: Hacî Akman, Veman Lineva, Sîrwan Kawûsî, Faxriya Adsay (Fahriye Adsay)  Behkash Takouk, Xunav Haco û Sîrwan Rênas. 


Rênas bi awayekî serbixwe ev kom ava kiriye û bi rê ve dibe. Ji bo vê yekê Lijneya Rêvebir û Lijneya Şêwirmendiyê ew wezîfedar kirin. Li vir bêhtir agahî li ser Xelata Cemal Nebez heye ku tê de kurte jiyannameya endamên Komîsyonê jî heye.


Hewildan bo Pêwendîyên Nêvnetewî

Binavkirina Weqfê bi Cemal Nebez him li Rojhilatê û him jî li Rojavayê bi cih û war bû. Ew li ser asta Cîhanê bi Pêwendîyên xwe yên fireh mirovekî naskirî bû. Li gor vê yekê ev Weqf hewil dide ku pêwendî û hevkarîyan bi hemû cîhanê re pêkbîne û herwiha ligel takekes û rêxistinên li Kurdistanê jî pêwendiyan ava bike.